Serok Barzanî nameyek sersaxiyê arasteyî malbata mamoste Şepol kir

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û lêkolînerê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Salih Îbrahîmî (Şepol) nemeyek sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û lêkolînerê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Salih Îbrahîmî (Şepol) nemeyek sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serok Barzanî di nameya xwe de sersaxiya malbata diktor Mihemed Salih Îbrahîmî kir û got, mamoste Şepol wek nivîskar, wergêr, lêkolîner, rojnamevan û mamosteyê zanîngehê û rewşenbîrekî bi ezmûn û karîn, roleke wî ya girîng di pêşxistina wêjeya Kurdî de hebû û jidestdana wî zerereke mezin e.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dr. Mihemed Salih Îbrahîm yê bi navê (Şepol) naskirî ye duhî di temenê 85 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Taranê paytexta Îranê koça dawiyê kir.

Mihemed Salih Îbrahîmî ji dayikbûna sala 1933an li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye, xwendina xwe seretayî li Mihabadê temam kiriye û sala 1962an ji zanîngeha Taranê derçûye, di sala 1970ê de master wergirtiye û di sala 1995an de jî diktora di beşê ziman û wêjeya (Faris - Erebî) li hema zanîngehê wergirtiye.

 

S. B