Gelo Kurd hemalên çepgîrên Tirkan in?

Li Tirkiyê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê, ji ber ku lîsteya namzedên HDPê yên parlementeriyê herî zêde ji çepgîrên Tirkan pêk tê bû sedema nîqaşan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê Ji ber ku lîsteya namzedên HDPê yên parlemnteriyê herî zêde ji çepa Tirkan pêk tê bû sedema nîqaşan. Cîvaknasê Tirkiyê Îsmaîl Beşîkçî ku di nav kurdan de bi qedr û qîmete derbarê vê rewşê de got ji bo çepa Tirkan têkevin parlamentoyê, Kurd weke hemal tên bi kar anîn. Neviyê Şêx Seîdê Pîranî û zanayê Kurd Abdullillah Firat jî da zanîn ku ev yek nayê qebûlkirin.

Li Tirkiyê 24ê Hezîranê hilbijartina serokkomarî û yên parlemnteriyê di heman rojê de pêk tên û partiyên siyasî namzedên xwe yên hilbijartinan eşkere kirin. Di vê çarçoveyê de HDPê jî li Enqerê bi bernameyeke berfireh namzedên xwe yên parlemnteriyê ji raya giştî re eşkere kir. Di nava namzedên HDPê de zêdebûna kesayet û rêveberên partiyên çepgir û sosyalist bal kişandin. ji ber vê yekê HDP ji aliyê çend nivîskar û siyasetmedarên navdar yên ku ji aliyê gelê Kurd ve tên nasîn hate rexnekirin.

Rexneya herî giran ji aliyê nivîskarê navdar yê Tirk û di heman demê de dostê gelê Kurd Îsmaîl beşîkçî ve hate kirin.Îsmaîl Beşîkçî da zanîn ku ya HDP li vir dike li ser pişta Kurdan hemaltî ye ku çepên Tirkan bo Meclîsê rê dike.

Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re wiha axivî: “Hewleke xelet nîne ku HDP bi partiyên siyayî yên çepa Tirk re tifaqê çêbike. Lê belê ev partiyên çepgiryên siyasî li Stenbol, Enqere, Diyarbekir,Êlih û deverên din tenê bi rêxistinên xwe bikevin hilbijartinan gelo wê çiqas deng bidest bixin? Tê zanîn ku dê rêjeyeke gelek kêm deng bidest bixin. Ji ber vê qasê tişta ku HDP li vir dike li ser pişta Kurdan hemaltî ye ku çepên Tirkan bo Meclîsê rê dike. Li vir kesên ku pêşî em rexne bikin Kurd in. Lê divê em çepên Tirk jî rexne bikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û rêxistinî hemaltiyê bi Kurdan didin kirin, ku ev qet ne exlaqî ye.”

Neviyê Şêx Seîdê Pîranê siyasetmedarê navdar yê Kurd Şêx Ebdulîllah Firat jî derbarê namzedên HDPê de dibêje bi nîşandana rêjeyek zêde endamên partiyên çepa Tirkan daye xuyakirin ku HDP nûnertiya gelê Kurd nake.

Şêx Ebdulîllah Firat dibêje: E“v partiya bila qeyd temsîlciyê millete gele kurd nîne. Tu partî de ew ê bi heq temsîlîyeta Kurdan bikin tune. Tu partî de tune. Nikarin gelê Kurd îstîsmar bikin û heqê wana yê îstîsmarê jî tun e. Partiyên miletê Kurd temsil bikin tune. Ew ê fikren jî mefkura Kurdistanê tê de mevcut be wan adayan jî rewa nadin.”

Li Tirkiyê di hilbijartina Mijdara sala 2015an de HDPê ji sedî 10 deng vergirtibû û 59 parlemnter bidest xistibû û ji nêviya van parlemnteran kesên ku ji çepa tirk hatine pêk dihat. Beriya ku bi HDPê re tifaqê ava bikin partiyên çepgir yên ku bi navê xwe diketin hilbijartinan derdora ji sedî 1 deng bidest dixistin.