HUDA-PAR beşdarê hilbijartinan nabe

Partiya Doza Azad HUDA-PAR beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê ên 31 Adarê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê ên 31 Adarê nabe.

Cigîrê Serokê Partiya Doza Azad HUDAPARê Mahmut Şahîn eşkere kir ku ew dixwazin xwe ji bo hilbijartinên piştî hilbijartinên 31ê Adarê bi awayekî baştir û çalaktir amade bikin. Beşdarbûna hilbijartinên şaredariyan dê bandoreke neyînî li ser aboriya partiya wan bike. Ew ê ji bo hilbijartinên din xebat û amedekariyan bikin û beşdarî hilbijartinên 31ê Adarê nabin.

Mahmut Şahîn bal kişand li ser wê yekê ku biryara wan ne baykotkirina hilbijartinan e. tenê ew beşdarî hilbijartinan nabin.

Partiya Doza Azad HUDA-PAR partiyeke îslamî ye û piraniya dengdêrên wê Kurd in.

 

S. B