Feysel Yûsif: PYDê rêgirî li tevlîbûna ENKSê di rêveberiyê de dikir

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif berşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser hevdîtina Serokatiya ENKSê ligel Serok Barzanî ragihand, Serok Barzanî her dem çavdêrî, guhdarî û piştevaniya Kurd û mafê gelê Kurd li seranserî Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif berşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser hevdîtina Serokatiya ENKSê ligel Serok Barzanî ragihand, Serok Barzanî her dem çavdêrî, guhdarî û piştevaniya Kurd û mafê gelê Kurd li seranserî Kurdistanê dike.

Feysel Yûsif got jî: Vexwastina wî bo hevdîtina ligel ENKSê di demeke gelekî girîng de tê, ku metirsiyên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê ji gef û êrîşên Tirkiyê hene. Herwiha metirsiyên gelê me ji asta siyasî ya ku Sûriyê gihîştiyê hene, bi taybet piştî biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê. Serok Barzanî piştî xebata wî ya dîplomasî bi aliyên navdewletî re ku di vê demê de kir, xwast me bibîne û bibêje ku gef û metirsiyên li ser gelê me sivik bûne.

Li ser rola Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, Serok Barzanî ji destpêka krîza Sûriyê ve her dem ji ENKSê û hêzên Kurdî pirs dikir ka biryara we çi ye ji bo em piştgîriya we bikim û niha. Serok Barzanî wek Serokekî netewî yê Kurdî rola wî ya berçav li seranserî cîhanê de heye.

LI ser nerîna ENKSê ji çareseriya siyasî ya Sûriyê re got: Gotina “Rojhilatê Firatê” em dibînin ku sînorek e li gor berjewendiyên hêzên navdewletî hatiye danîn, lê em wek ENKSê dibînin ku Kurdistana Sûriyê ye û divê mafê gelê me di destûra Sûriyê de were çespandin û Herwiha çareyek ji Efrîn û gelê Efrînê re were dîtin.

Li ser beşdariya di Rêveberiya Xweser de jî got: Em bi wê yekê re ne ku rêveberiyeke Kurdî li seranserî Kurdistana Sûriyê hebe û mafê çarenivîsî yê gelê me û pêkhateyên din tê de lixwe bigire. Ti rojê em ne li dijî rêveberiyê bûn û em dixwazin di aliyê siyasî û parastinê ve tê de bin, lê mixabin heta niha PYDê rê li ber me girtiye.

Derbarê egera vegera rêjîma Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê got: Kurd tevlî şoreşa Sûrî bûn da ku rêjîmeke demokratîk were û mafên Kurd parastî be, vê rêjîma heyî bi dehên salan projeya tunekirina Kurd dayê pêş xwe,  loma vegera vê rêjîma diktator metirsiyeke gelekî mezin e li ser gelê me çê dike, heger ne bi gerentiyeke navdewletî û mafê wî di destûrê de neyê parastin.

  

 

S. B