Tirkiya girteyeke vîdyoyî ya girtina kadireke PKKyê belav dike

Ajansa nûçeyên Enadol girteyeke vîdyoyî ya girtin kadireke Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakûra Kurdistanê belav dike.

K24- Hewlêr

Ajansa nûçeyên Enadol girteyeke vîdyoyî ya girtin kadireke Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakûra Kurdistanê belav dike.

 Li gor girte ya vîdyoyî, Semra Tuner, ki navê wê di lîsta xolî renga daxwazkirîyên Tirkiyaye, li ser rêya sereke ya Dîyarbekrê kevîtîye di boseyeke hêzên ewlekarîyê de û hatîye girtin.

 Semra ji alîyê dewletê ve hatîye daxwazkirî bû û 52 hezar dolarên emrîkî jî wek xelat hatibû danan bo her kesekê zanîyarîyê derbarê wê bide dezgehên dewletê.

Wek di girteya vîdyoyî de, xuya dibe, firokeyeke bêfirokevan çavdêrîya otombîleke sor dike û dûv re Semera dikeve boseya hêzên ewlekarîyê de û dihêt girtin.