Erdogan bo Trump: Amade ne Minbic werbigirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi telefonê li gel Serokê Amerîka Donald Trump Axivî û got, ew amade ne herêma Minbic werbigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi telefonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re axivî û got, ew amade ne herêma Minbic werbigirin.

Li gor medyayên Tirkiyê, duh êvarê serokê wî welatî Recep Tayip Erdogan bi telefonê ligel serokê Amerîka Donald Trump peyîviye.

Herwiha hatiye ragihandin, Erdogan û Trump li ser rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên têkildarî herdu welatan gotûbêj kirine û Erdogan gotiye, ew amade ne herêma Minbic wergirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Amerîka Trump jî gotiye, xebata wan a sereke li dijî DAIŞê ye, heta ku DAIŞ hebe li gel hevpeymanên xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Li gorî agahiyan, di wê pêwendiya telefonî de Erdogan ji ber mirina 4 serbazên Amerîkî di teqîna Minbicê de sersaxî ji Trump re xwestiye.

Roja 16ê vê mehê teqîneke bihêz li nav bajarê Minbicê çê bûbû, di encamê de derdora 20 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku 4 ji wan serbazên Amerîkî bûn.

Ev pêwendî ji aliyê Koşka Spî ve jî hatiye piştrastkirin û da zanîn, Trump xwestiye gûmanên herdu welatan yên ewlekariyê ji holê rabin.  

 

S. B