Şandina hêzên zêdetir bo ser sinûrê Suriyê, ji alîyê Tirkiyê ve, berdewame

Şandina karwanên Leşkerîyên hêzên artêşa Tirkiyê, bo nav axa Surîyê û ser sinurê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

K24- Hewlêr

Şandina karwanên Leşkerîyên hêzên artêşa Tirkiyê, bo nav axa Surîyê û ser sinurê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Artêşa Tirkiyê karwanek din yê Leşkerî şand navçeya Kaniya Xezalan ya Bajarê Riha ya bakur, ku dikeve ser Sinûrê Rojavayê Kurdistanê.

Di nav vê karwana leşkerî de otombêlên zirîpoş, çek û teqemenî hatîine dîtin.

Her weha hejmareke leşkerên komando jî, bi otombêlên leşkerî û otobûsan ve, hatîne şandin bo ser sinurê Rojavayê Kurdistanê.

Otobusên ku tije leşker bûn derbazî nav Fermandeya Leşkerî ya Kaniya Xezalan bûne.