Mafnas: Biryara YSKê ne hiqîqî ye

Li gorî nirxandina siyasetmedarên HDP'ê; Komîsyona Hilbijartinê dafik li ber wan veda û neheqiyeke mezin li vîna gel kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku her roj li ber deriyê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê bi çalakiyan biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind (YSK)  şermezar bike. Li gorî nirxandina siyasetmedarên HDP'ê; Komîsyona Hilbijartinê dafik li ber wan veda û neheqiyeke mezin li vîna gel kir. Mafnas jî amaje dikin ku biryara YSK'yê ne hiqûqî ye û divê li ber çavan were derbaskirin. Ji aliyê din ve Serokomarê 11'emîn yê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî rexne li biryara Komîsyonê kir.

Niqaşên li ser biryarên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji 1'ê Nîsanê ve her berdewam in. YSK'yê biryar da ku kesên ku berê karmend bûne lê bi Biryarnameyên bi Hikmê Zagonî ji kar hatine dûrxistin, ger hatibin hilbijartin jî nikarin bibin serokên şaredariyan. Li gorî biryara YSK'yê 6 şaredariyên HDP'ê dikevin destên AK Partiyê. HDP'ê vê biryarê wekî "komployeke siyasî ya plankirî" bi nav dike. HDP ji roja biryarê û bi şûn ve her roj li ber deriyê şaredariya Rezan a Diyarbekirê bi çalakiyan biryara YSK'yê şermezar dike. Hevseroka Şaredariya Rezan a HDP'ê ya Hilbijartî Zubeyde Zumrut, biryara Komîsyonê wekî berdewamiya siyaseta tayînkirina qeyûman dinirxîne û dibêje; komisyona hilbijartinê bû alîgirê AK Partiyê. Zumrut wiha bang li namzedê Ak Partiyê jî dike;

Hevseroka Hilbijartî Ya HDPê ya Şaredariya Rezan Zubeyde Zumrut ji K24ê re got: "Navçeya Rezan ji %70'yî zêdetir gel dan da me. Ger kesekî ji %1 jî ji mirov zêdetir deng bigire lazim e mirov li xwe binere û ji xwe şerm bike û neyê li ser wî kursî nerûne. Lazim e ew namzed pesendnameyê bigire jî bêje 'ez dest ji kar berdidim û nikarim biçim li ser vîna gel rûnim."

Biryara Komîsyona Hilbijartinê rastî bertekên aliyên cûda yên civakê jî tê. Serokkomarê 11'emîn yê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragiahand, piştî ku komîsyonê serlêdana namzedan qebûl kir û namzed hatin hilbijartin ji aliyê Komîsyonê ve hilweşandina serokatiya wan bi xwe re nîqaşan jî tîne. Li gorî nirxandina mafnas Sidqî Zîlan jî ji karderxistina bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonê ne biryarên hiqûqî ne; biryarên îdarî ne û li gor hiqûqê tu sûcekî namzedê HDP'ê jî tune ye.

Mafnas Sidqi Zîlan dibêje: "Pêwîst e hiqûq li vê biryarê binihêre gelo di cih de ye an ne di cih de ye. Bi ya min ev biryar ne di cih de ye û ne hiqîqî ye. Heta ku  dadgeh biryar nede tu kes nayê sucdarkirin û nikarin memûriyetê lê  qedexe bikin."

Namzedê HDP'ê Zeyad Ceylan di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi %70'yê dengan, şaredarî bi dest xist. Namzede AK Partiyê ji %25'ê dengan girt. Li gorî biryara YSK'yê dê 15'ê Nîsanê roja duşemê namzedê AK Partiyê pesendnameya xwe bigire û li ser kursiyê Şaredariya Rezan rûne. Rayedarên HDP'ê jî rexneyan li biryara Komîsyonê digirin û amaje dikin ku dê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî li ser vê bêhiqûqiyê rawestin.