Civata Asayîşa Nêvdewletî xweşhale bi pêkanîna kabîne ya nû ya hikumeta Kurdistanê

Civata Asayîşa Nêvdewletî xweşhale bi pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê û styîşa rola serkirdatîya Herêma Kurdistanê kir bo çareserkirina arîşeyan.

K24- Hewlêr

Civata Asayîşa Nêvdewletî xweşhale bi pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê û stayîşa rola serkirdatîya Herêma Kurdistanê kir bo çareserkirina arîşeyan.

Piştî ku meha bûrî şandeka bilinda Civata Nêvdewletî serdana Bexdayê kiribû, endamên şandê raportek li ser serdan xwe pêşkeşî Civataê kirin û di raportê de xweşhalîya xwe derbirîbûn bi pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê.

Contan Kohîn, nwênerê  Emerîkayê di Netwe yên Yekgirtî de û endamê şanda Civata Asayîşê, li ser wê serdanê, supasîya serkirdatîya Herêma Kurdidstanê kir ku rol hebûne li baştirkirina rewşa Îraqê.

Her li ser wê serdanê, endamên şandê aşkera dikin ku piranîya deverên li destên Daişê bûn hatîne rizgarkirin, lê şerê Daişê li Îraqê bi dawî nehatîye.