Civaknas û şirovekar çalakîya Dayikan nirxndin

Çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Şaaxa Diyarbekirê, di 3'ê Îlonê de dest pê kiribû. Çalakî ji aliyê malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKK'ê ve hatine dîlgirtin û malbatên ku şik dikin zarokên wan tevlî refên PKK'ê bûne ve tê kirin û 2 hefteyan li peyî xwe hiştin. Fatma Bîngol, dayîka Tûncay Bîngol e û ji Stenbolê tevlî çalakiyê bûye. Bîngol dibêje; banga min hem li dewletê ye, hem li HDP'ê ye, bila lawê min bigihînin min.

K24- Amed

Çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Şaaxa Diyarbekirê, di 3'ê Îlonê de dest pê kiribû. Çalakî ji aliyê malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKK'ê ve hatine dîlgirtin û malbatên ku şik dikin zarokên wan tevlî refên PKK'ê bûne ve tê kirin û 2 hefteyan li peyî xwe hiştin. Fatma Bîngol, dayîka Tûncay Bîngol e û ji Stenbolê tevlî çalakiyê bûye. Bîngol dibêje; banga min hem li dewletê ye, hem li HDP'ê ye, bila lawê min bigihînin min.

Fatma Bîngol, dayîka Çalakger, got:"Ez zarokê xwe ji dewletê jî dixwazim, ji HDP'ê jî dixwazim. Ez naxwazim ji herdu aliyan re jî gotinên nexweş bibêjim. Dewleta ku li ser serê me ye, gelek mezin e, destên wê dirêj in; bila zarokên me vegerînin. Ev 5 sal in min lawê xwe nedîtiye, ne his e, ne deng e."

Li ser çalakiyan Şîrovekarê Siyasî Mehdî Perînçek jî amaje kir ku her çalakiya tê kirin nayê wê wateyê ku mafdar e, divê mirov li ser heqiyê li mafên xwe bigere.

Mehdî Perînçek, şîrovekarê siyasî, dibêje:"Mirov dikare vê siyasetê bi du awayî binirxîne. Yek jê yên ku bi dewletê re pêşwazî dikin, derdixin pêş, ew dayîk hene. Yên din jî ên ku ji berê ve ji bo ku aştiyê bînin vî welatî, ji bo ku tehdeyî û mirinê ji holê rakin hene. Hinek dayîk jî hene bi salan e di nav çalakiyan de ne. Berxwedana li hember zilmê, berxwedana ji bo heq, pîroz û şîrhelalî ye. "

Di meha Gulana 2019'an de ango 4 meh berê jî dayîkên ku zarokên wan di girtîgehan de di greva birçîbûnê de bûn, li Diyarbekirê dest bi çalakiyan kiribû û bi laçikên spî her roj çalakiyên rûniştinê û meşê diki û doza çareseriyê li rayedarên dewletê dikir. Îro jî dayîkên ku şika wan ew e zarokên wan tevlî PKK'ê bûne, doza zarokên xwe li HDP'ê dikin. Civaknas Adnan Firat Bayar li ser herdu çalakiyên dayîkan dibêje; muxatabê dayîkên girtiyan dewlet bû, muxatab rast bû lê muxatabê van dayîkan HDP ye û muxatab şaş e; lewra HDP ji ber parametreya siyasî be jî nikare zarokên wan bîne ango dê çalakiya van dayîkan bêencam be.

Adnan Firat Bayar, civaknas, dibêje:"Heman tişt li vê derê jî lê ye. lê belê li wê derê muxatab hebû û muxatab rast bû. Hikûmet, dewlet, dikare gavek bihavêje. Dema ku dewlet û hikûmet gav bihavêje; kesek nikare bibêje te çima gav havêtiye lewra parametre rast bû û muxatab jî rast bû. Lê niha halê hazir, parametre dest nade ku HDP biçe zarokan ji çiyê bîne. Daxwaziyên dayîkan rast in, di cih de ne, kesek nikare bibêje tiştek lê belê parametreyên siyasî hinek ji hev cihê ne, em nikarin bibêjin seranser wekî hev in."

Di 16'ê Îlonê de ango rojek berê jî malbatên ku zarokên wan di bibistanên leşkerî de xwendekar bûne û şeva Hewila Derbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hatine girtin; li ber avahiya Ak Partiyê ya Stenbolê rûniştine û didin zanîn ku heta ew bi rayedaran re hevdîtinê nekin, dê çalakiya wan bidome.