HSDê amara şerê 24 demjimêrên bûrî ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî aşkere kir û ragihand, 15 şervanên wan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî aşkere kir û ragihand, 15 şervanên wan canê xwe jidest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi berdewamî rêkeftina agirbestê binpê dikin, ku roja 20ê vê mehê mîlîşyayên çekdar û bi piştevaniya firokeyên şer bajarê Serê Kaniyê hewl dan li eniya başûr û rojhilatê Serê Kaniyê bipêş bikevin, lê hêzên wan di çarçova berevaniya rewa de berevanî kirin û 3 çekdarên mîlîşyayan hatin kuştin û 2 otombîlên leşkerî hatin rûxandin.

Da zanîn jî, li eniya Kobanî û Girê Sipî jî, çekdarên mîlîşyayan hewl dan bigihin Eyn Îsa û gundê Çelebiyê yê Kobanê, lê şervanên HSDê di çarçova berevaniya rewa de rûbirû wan bûn û hejmarek ji çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin û 3 otombîlên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, di şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî de 6 şervanên HSDê canê xwe jidest dan. Herwiha 9 şervanên ku pêwendî ji roja yekem a agirbestê pê re hatibû birîn, hat zanîn ku wan canê xwe jidest dane.

 

S. B