Ebadî Malîkî tometbar dike: Te hêzên Amerîkî anîn Iraqê

Hevpeymaniya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî tometbar dike ku wî ji nû ve hêzên Iraqî anîn Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî tometbar dike ku wî ji nû ve hêzên Iraqî anîn Iraqê.

Hevpeymaniya Nesir daxuyaniyekê ji raya giştî re belav kir û got: “Di 24. 6. 2014an de daxwaz ji hêzên Amerîkî hate kirin ku bêne Iraqê û hikûmeta Nûrî Malîkî bi sedema ku çend parêzgehên Iraqê ketibûn destê çekdarên DAIŞê, wek di belgeyên Netewên Yekgirtî de hatiye çespandin û wek di belgeyên di navbera Iraq û Amerîka yên di çarçova rêkeftineke stratejîk de diyar dibin.”

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Nesir de hatiye: “Ebadî dema bawerî di Parlemantoya Iraqê de di 8. 9. 2014an de wergirtiye û bûye Serokwezîrê Iraqê, hêzên Amerîkî berî du mehan ji dîrokê li Iraqê bûn. Herwiha Nûrî Malîkî jî hîşt ku gelek hêz bêne Iraqê, ne tenê hêzên Amerîkî.”

Demeke, hejmarek ji parlemanterên Iraqê îmze kom kirine ji bo guftûgo li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê li parlemantoyê bê guftûgokirin û daxwaz ji Amerîka bikin da ku hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.  

Berî çend rojan jî grûpa ser bi Heşda Şeibî ve “Asa'ib Ahl al-Haq” gefê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dixwe, heger ew bi biryarekê ji Parlemantoya Iraqê dernekevin, ewê wan neçar bikin ku wek sala 2011an derkevin.

 

S. B