ENKS armanckirina sivîlan li Idlibê şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bombebarankirina navçeyên sivîlan û bikaranîna wan wek mertalên mirovî li Idlibê şermezar dike.
Sekretera Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî gera dawiyê ya danûstandinên Astanayê di navbera gerentîkarên “herêma kêmkirina aloziyan” de, li parêzgeha Idlibê deverên sivîlan bi tundî tên bombebarankirin û hejmareke mezin ji zarok, jin û pîran bûne qurbanî û bi dehezaran jî kes koçber bûne.
ENKS di daxuyaniya xwe de bombebarankirina deverên sivîlan ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê û bikaranîna sivîlan wek mertalên mirovî ji aliyê çekdaran ve şermezar kir.
ENKS daxwaz ji aliyên herêmî û navdewletî yên pêwendîdar dike, şer û kuştina sivîlan li Idlibê rawestînin û rê bidin alîkariyên mirovî bigihinîn xelkê koçber.
Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar, bilez çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bibînin.
Ji hefteyekê ve ye, gundewarê başûrê Idlibê rastî bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya tê, ji roja 19ê vê mehê ve jî, hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî kirine, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl canê xwe jidest dane û bi zêdetir ji sed hezar kes jî koçber bûne.
S. B