Sube Civata wezîrên Herêma kom dibe
K24- Hewlêr
Çavkanîyekî ji Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand, sube, Çwarşembîyê 11/9/2019 demjmêr 11yê sipêdê kombûna Civata Wezîran dihêt encamdan.
Li gor wî çavkanî, Civata Wezîran di kombûna sube de, sê pirsên sereke gengeşe dike ku ew pirs evin:
Encamên kombûna hevpişka hikumeta Herêma Kurdistanê û Firakisyonên Kurdistanî di perlemana Îraqê de dihên behiskirin ku li roja 8ê meha Îlonê hat encamdan.
Gotobêjkirin derbarê bandor û metirsîyên pirojeya serjimêrkirin ku biryare li sala 2020 li Îraqê bihêt encamdan.
Gotûbêjkirin derbarê çend mijarên peywendîdar bi wezareta darayê ve.