Tirkiye: Li bajarê Şemzînan şeş gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne: Li bajarê Şemzînan şeş gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne: Li bajarê Şemzînan şeş gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Li gor ragehandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê li bajarê Colemêrgê, li derdorê gundên Şemzînan, bi piştgiriya firokeyan operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî gerîlayên PKKyê encamdane û di wê operasyonê de, 6 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Ji alîkê din ve Hêzên Parastina Gel (HPG ) jî radigihîne ku li çend bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê ji encama êrîşên wan  bo ser hêzên Tirkiyê,  9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.