Dawîn amarên burdûmana Tirkiyê bo ser Rojava ya Kurdistanê

Nêzîkî 30 welatîyên sivîl bûne qurbanî ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê bo serser gundewarê Serê kanîyê

K24- Hewlêr

Nêzîkî 30 welatîyên sivîl bûne qurbanî ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê bo serser gundewarê Serê kanîyê

Rewangeha Sûriyê ya Mafê mirovan belavkirîye, artêşa Tirkiyê bi frokeyên şer devera Ebû Rasên û gundê Bab Elxêr û Medbie, Herweha yê Işbe li rojhelata Serê Kanîyê li rojavaya Kurdsanê bombebaran kir, di encam de 7 svîl şehîdbûn  û 21 kesên din jî brîndarbûn, herweha di wê êrîşê de jî  4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest dan e,

rewangehê eşkere kir, ku ji berê vê sibehê ve şer bi tondî di navbera HSDyê û artêşa Tirkiyê û gropên çekdarên bi wê ve berdewame. Amaje jî kir ku bêtir ji 38 birîndar di nava bajarê Serê Kanîyê de mane û nekarin ji bajêr derkevin û xwe bighînin nexweşxaneyan.