Mezlûm Ebdî daxwaz ji Serok Barzanî dike, bo nêzîkirina aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e
K24- Hewlêr
Fermandarê HSD daxwaz ji Serok Barzanî dike, ku ji bo nêzîkirin û yekrêzîya aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e.
Mezlûm Ebdî di hevpeyvînek taybet de ji bo Kurdistan24, ku rêveberiya nivîsîngeha Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê encam da ye û îro demjimêr 9ê şevê bi dema Hewlêrê tê weşandin, daxwaz ji Serok Barzanî dike, ku ji bo nêzîkirin û yekrêzîya aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e. Dibêje jî, pêwendiyên wan digel serokayetî û rayedarên Hikumeta herêma Kurdistanê baş in û daxwaz dike, pêwendiyên wan baştir bibin.
Ev şev demjimêr 09:00 dîdrareke taybet li gel Mezlûm Kobanî li Kurdistan24 dihêt weşandin.