5 çekdarên DAIŞê li çiyayê Hemrînê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkirdeyek û 4 çekdarên DAIŞê li nêzîkî çiyayê Hemrîn li başûrê Kerkûkê di bombebarana firokeyên şer de hatin kuştin.
Jêderekî leşkerî ya Iraqê ji ajansa “Reuters” re ragihand, hêzên ewlehiyê serkirdeyekî DAIŞê û 4 çekdarên din li derdora çiyayê Hemrînê kuştin, bêyî ku nasnameya wî serkirdeyî aşkere bike.
Da zanîn jî, 3 roj in bi berdewamî firokeyên şer ên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî wê navçeyê tevgera DAIŞê bombebaran dikin.
Ji meha Çileya 2017an ve Iraqê serkeftina li ser DAIŞê û bidawîhatina wê rêxistinê ragihandiye, lê hîna DAIŞ li hin navçeyan maye û tevgerê dike.
S. B