Rusya: Jiber bûyerên devera Idlibê, ew li gel rayadarên Tirkiyê, di pêwendiyan de ne

Wezareta Derve ya Rusya bi daxûyaniyekê got: Jiber bûyerên devera Idlibê, ew li gel rayadarên Tirkiyê, di nav pêwendiyan de ne.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Rusya bi daxûyaniyekê got: Jiber bûyerên devera Idlibê, ew li gel rayadarên Tirkiyê, di nav pêwendiyan de ne.

Wezareta Derve ya Rusyayê, piştî êrişên Rejîma Surîyê liser Xalên Çavdêrîya Tirkiyê, daxûyaniyek da.

Wezareta Rusya da zanîn: Wan ligel Komara Tirkiyê di derbarê Idlibê de, rêkeftinek vajo kirin e û dixwazîn, ew rêkeftin berdewam be.

Di derbarê bûyerên, ku li IdIibêrû dan e, ew ligel rayadarên Tirkiyê di nav danûstandinan de ne.

Ji alîyek dî ve, Li gor ajansa Anadolu ya Tirkiyê, Artêşa Tirk karwaneke leşkerî şand xalên çavdêrî yên li Herêma Kêmkirina Şer ya Îdlibê.

Hat destnîşankirin, di karwana leşkerî de gelek zirîpoş, alavên leşkerî û hêzênleşkerî hebûn.

Di çarçoveya rêkeftina Astanayê de, li Îdlibê 12 xalên çavdêrî yên Artêşa Tirkiyê bo çavdêriya agirbestê hene.

Di operasyonên hikûmeta Sûriyê de, du xalên çavdêrî yên Tirkiyê bibûn armanc. Li gor ajansan, ji rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê li Îdlîbê nêzîkî mîlyonek sivîl koçber bûne.