Karvedanên tayinkirina Qeyûman bo şaredarîyen HDP

Piştî ku ji aliyê Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku bo Şaredariyên Bajarên Mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê qeyyum hatine tayînkirin Baroya Diyarbekirê wek Sosretiyeke Hiquqî nirxand û saziyên lêkolînê jî amaje kirin ku vê carê dê berteka raya giştî ji tayînkirina qeyyuman a sala 2016ê berfirehtir û tundtir be.

K24-Amed

Piştî ku ji aliyê Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku bo Şaredariyên Bajarên Mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê qeyyum hatine tayînkirin Baroya Diyarbekirê wek Sosretiyeke Hiquqî nirxand û saziyên lêkolînê jî amaje kirin ku vê carê dê berteka raya giştî ji tayînkirina qeyyuman a sala 2016ê berfirehtir û tundtir be.

Bi ragihandina Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyeyê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyyum hat peywirdarkirin û hevserokêjn Şaredariyan ên ku girêdayî HDPê bûn ji kar hatin dûrxistin. Bo sedema peywirdarkirina qeyyuman jî endamtî û alîkarîkirina rêxistineke neyasayî hat destnîşankirin. Derbarê peywirdarkirina qeyyuman de Baroya Diyarbekir amaje kir ku ji bo gaveke ji hiquq û demokrasiye dûr e. Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin anî zimên heta ku derbarê hevserokên şaredariyan de tawanek teqezbuyî dernekeve holê bi îddayan şaşe ku ji kar werin durxistin.

Cîhan Aydin- Serokê Baroya Diyarbekir, dibêje:"Tayînkirina qeyyuman nayê qebulkirin. Ev yek dê qrîzeke kur a siyasî derbixe holê. Me ev yek di sala 2016ê de jî dîtibû. Tirkiye li rabirduya xwe nanêre û nabîne ku gavên wiha pirsgirêkan kurtir dikin. Ji xwe Lijneya Bilind a Hilbijartinê gotibû ev kes dikarin bibin şaredar û lijneya Bilind a Hilbijartinê wek dadgehekê tê dîtin. Bi vê yekê wezareta navxweyî mudaxaleyê darazê kirî ye."

Derbarê tayînkirina qeyyuman de saziyên lêkolînê balê dikêşin ku tayînkirina qeyyuman dê bi xwe re encamên siyasî jî bîne. Gerînendeyê Saziya Lêkolînê RAWESTê Roj Esîr Gîrasûn dibêje ne tenê opozîsyon, di nava derdora Ak Partiyê de jî nerazîbunek hember tayînkirina qeyyuman çêbu ye û ev yek dê pirsgirêkên heyî kurtir bike.

Roj Esîr Gîrasûn- Gerînendeyê Saziya Lêkolînê RAWESTê, got:"Em dibînin ku di navbera HDP û dewletê de an jî di navbera Ocalan û dewletê de rêkeftinek çênebu ye. Dihate çaverêkirin ku Ocalan di 1ê Îlonê de banga berdana çekan li PKKê bike. Lê bi tayînkirina qeyyuman ev îxtîmal jî ji holê rabû."

Di îlona 2016ê de jî ji bo 96 şaredariyên HDP qeyyum hatibûn peywirdarkirin û di 31ê Adara Îsal de jî HDP 57 şaredarî bi dest xisti bû. Bi tayînkirina qeyyumên dawîn di deste HDPê de 53 şaredarî man û hemu şaredariyên di statuya bajarê mezin de bûn jî ji deste HDPê derketin.