“Kiryarên li Efrînê dibin, tawanên şer û qirkirina bikomî ne”

Salek bi ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibe, bi sedan welatiyên Efrînê ji encamên êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê li ser Efrînê hatin şehîdkirin birîndarkirin, xanî, avahî, jêrxaneya Efrînê û cihên dîrokî û pîroz hatin wêrankirin, bi sed hezaran miletê Efrînê derbider û koçber bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Salek bi ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibe, bi sedan welatiyên Efrînê ji encamên êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê li ser Efrînê hatin şehîdkirin birîndarkirin, xanî, avahî, jêrxaneya Efrînê û cihên dîrokî û pîroz hatin wêrankirin, bi sed hezaran miletê Efrînê derbider û koçber bûn. Herwiha di heyama vê salê de bi hezaran welatiyên Efrînê li destê mîlîşyayên çekdar û artêşa Tirkiyê hatin revandin, eşkencedan, malên û milkên xelkê hatin dizîn û talankirin, bi hezaran koçberên Ereb ên navçeyên din ên Sûriyê li şûna Kurdan hatin bicihkirin û proseya guhartina demokgrafî bi awayekî rêkxistinkirî birêve diçe. Herwiha ji bilî zulm, zor û çewisandinê, hema hema rojane kiryarên teqîna bombeyan û pevçûnên di navbera grûpên çekdar de ên li Efrînê rû didin, ku ev yek bandoreke nerênî li ser derûniya miletê di Efrînê de mayî çê kiriye û tirs û hovê dixe dilê Efrîniyan.

Li ser vê rewşa niha li Efrînê heye, binpêkirin û tawanên bi ser miletê Efrînê de tên kirin, asoyên çareseriya rewşa Efrînê û vegera koçber û derbederan û karê pêwîst e li ser astê navxweyî û navdewletî bê kirin, hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar û mafnasan nerînên xwe wiha bi Kurdistan24ê re parve kirin.

Tawanên li Efrînê dibin, tawanên şer û qirkirina bikomî ne

Endamê Navenda "Lêkolîn" a Lêkolînên Yasayî Parêzer Imad Şêx Hesen: Efrîn û gund û bajarokên ji destpêka operasyona leşkerî ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” a artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve rastî binpêkirin û tawanên wek dizî, talan, revandin û eşkencedan welatiyan tê, herwiha destdanîna ser mal û zeviyên xelkê û wêrankirina cihên dîrokî û kelepûrî û jêrxaneya herêma Efrînê. Lê tawana herî metirsîdar koçkirina welatiyên Efrînê û proseya guhartina demografî ye, ku desthilata dagîrkeriyê bi wan tawanan armanc dike nasnameya Kurdî a Efrînê biguhere û rêjeya Kurdan li Efrînê ya berî krîza Sûriyê digihîşt (% 97) kêm bike, ku rê li ber bicihkirina pêkhateyên din ên wek Ereb û Tirmena vekir bêne Efrînê û li şûna xelkê Efrînê bicih kir.

Li gor belgeyên binpêkirin û kiryarên li Efrînê dibin, ev binpêkirin li gor yasa, rêkeftin û peymanên navdewletî digihin asta tawanên şer û tawanên qirkirina bikomî. Tevî ku rêxistinên navdewletî yên wek Human Rights Watch, Rêxistina Lêborîna Navdewletî û rêxistinên yasayî yên Kurdî gelek dosye û belgeyên van tawanan gihandin Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî û şaxên wê, lê aliyên navdewletî, navedên biryardanê li cîhanê û Netewên Yekgirtî li hember van tawanên li Efrînê tê kirin, bêdeng e.

Ji aliyekî din ve, çalakî û rewşa komîte û encûmenên li Ewropa ava bûne, rengvedanek ji rewşa siyasî ya tevgera siyasî ya Kurdî ye, hîna pêwîstiya wê bi berpisatiyê, nehîştina nakokiyên partîtî û edolojî û yekrêziyê hene. Herwiha pêwîstiya me hemûyan bi yekxistina ked û karînan heye, ta bandorekê bikin û piştevaniya raya cîhanî ji dozên me yên rewa re werbigirin.

Efrînê bi Xûta û navçeyên din re kete bazareke geografî

Endezyar Zuhêr Elî: Destêwerdana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji Efrînê re bi biryarek ji civînên Astanayê û bazareke geografî bû, bixwe planeke Rûsî bû û civaka navdewletî jî ew plan girte dest ji bo rawestandina şer li Sûriyê. Ji ber girîngiya pêgeha Sûriyê ya jeosiyasî, Amerîka, Rûsya, Îranê û Tirkiyê tevî ku berjewendiyên wan rastî hev nayin, her yekê ji wan aliyê xwe ve bi hinceta kokirina krîzê destêwerdan di xaka Sûriyê de kir û nexşeya Sûriyê li gor hejmûnên xwe parve kir û hêzên li ser erdê yên li dijî berjewendiyê wan dûr xisitin. Herwiha ev prose hemû li ser xakê birêve çû bêyî ku ti roleke an rêdanek ji aliyê civaka navdewletî ji vê destêwerdana leşkerî re hebe.

Di vê çarçovê de destêwerdana Tirkiyê ji bo bidestxistina para xwe ji bakurê Sûriyê di nava wê de Efrîn hat û ji Cerablus ta Idlibê lixwe girt, ligel ku PYD bi berjewendiyên Tirkiyê re nagunce, daxwaza derxistina wê ji Efrînê ji aliyê Amerîka, Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê ve hat kirin. Li vir pirs ew e, li gor vê bazara geografî ya di navbera wan welatan de heger PYD ji Efrînê vekişiyaba dê Efrîn ji şer û karesatê parastiba? Bi nerîna min belê, lê xwendina PYDê ji rewşê re şaş hat. Tirkiye bi hinceta civaka Efrînê PYD/PKK hembêz kiriye êrîşa xwe ya leşker destpê kir, tevî ku tê zanîn ku PYD û hêza wê ya leşker ji aliyê Îran, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ve li ser Efrînê hat sepandin û bi piştevaniya wan welatan deverên wek Til Rifat û herêma Şehbayê kontrol kir.

Tiştê niha li Efrînê ji dizî û talanê pirtir e, ew li gor yasayên navdewletî dagîrkirin e û li gor yasayan jî divê sivîl û mafên wan bên parastin. Di pirsa valakirina Efrînê ji xelkê wê, sedema yekem PYD berpirsatiya vê karesata mezin hildigire, ligel wê jî û li gor bazara ceografî û lihevkirinê civînên Astanayê xelkê ji Xûtaya Şamê û navçeyên din ên Sûriyê bi basan bo Efrînê hatin veguhastin, lê xweragirî û pêdagiriya miletê Efrînê ji bo vegera li ser mal û milkên xwe, tevî rêgiriya ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê, rêjîma Sûriyê û PYDê, lê beşeke ne hindik ji xelkê Efrînê vegeriyan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, diyar bû armanc ji dizî, talan, girtin, revandina û eşkencedana welatiyan bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şewitandina dar û daristanan, ligel çendina bombe û mayînan di mal û li ser rêyan ya ku di encama teqîna wan de nêzîkî 150 welatiyê Efrînê şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn, valakirina Efrînê bû.

Piştî salekê ji dagîrkirina Efrînê ve, ta niha dengê êş û azarên miletê Efrînê negihîştine raya giştî ya cîhanî û civaka navdewletî û navendên biryardanê ên cîhanê û kar û çalakiyên li Ewropayê ji aliyê çalakvanan vet ên kirin jî ne di asta karesata Efrînê de ne, ev yek jî hi encama çewtiya hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber wê divê PYD û Partiya El-Wihde  li şaşîtiyên xwe vegerin û ENKS jî rewşa filîçbûnê derkeve.

Lê ji aliyekî din ve, tevî ku civaka navdewletî bi awayên xwe yên taybet ji rewşa li Efrînê heye agahdar in, lê ti helwest nîşan nedane û bi ti erkî ranebûne. Herwiha ji aliyê mirovî ve jî civaka navdewletî ti rol negirtiye dest û tenê hin rêxistinên hawarhatinê yên Tirkî hin alîkarî li Efrînê belav dikin û beşê mezin ji wan hevkariyan jî xelkê koçberên Xûta û navçeyên din ên Sûriyê dibînin 

Derbarê vegera ewlehî û aramiyê ji Efrînê re, divê kar li ser xistina herêma di hundir herêma ewle ya ji aliyê navdewletî ve hatiye pêşniyazkirin û Pêşmergeyên ku ji xelkê Efrînê derbasî Efrînê bibin û herêma xwe biparêzin. Lê bi awayekî bilez divê hemû grûpên çekdar ji nava Efrînê derkevin û Polîsa Medenî rola xwe bibîne ta çareseriyên siyasî ji Sûriye û pêşeroja wê re tê danîn.

Herwiha divê rê li pêş vegera derbiderên Efrînê yên li dever û kampên Şehbayê dimînin bê vekirin, bi taybet ku niha danûstandin di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene ji bo vekirina riya Ezaz – Heleb û dikare Til Rifat jî lixwe bigire. Pêşniyazeke din jî heye, ew jî Tirkiye û Rûsya dikarin proseyekê bikin ji bo xelkê Şehba û Til Rifetê ji Efrînê vegerin warên xwe û di heman demê de derbiderên Efrînê yên li deverên Şehbayê jî vegerin herêma xwe.

Avakirina herêma dijefirînê baştirîn çare ye

Rojnamevan Dilşa Adem: Li ber çavê civaka navdewletî Tirkiyê operasyona leşkerî li dijî Efrînê birêve bir, mixabin civaka navdewletî jî bêdengî li hember Efrînê hilbijart û bi erk û rola xwe ranebû. Efrîn ji bilî dagîrkirinê, ji aliyê mîlîşyayan ve rastî her cure tawanan hat û miletê Efrînê bi awayekî rojane rastî revandin, eşkencedan, dizî û talanê tê û dest li ser mal û samênên Efrîniyan li pêş çavên wan tên danîn.

Ji aliyekî din ve welatên Ewropî alîkariyên mirovî jî ji Efrînê re nekirin û xelkê me çi yên li Efrînê ne û çi yên derbider bûne nekirine û hîna ew di rewşeke xirap de dijîn. Ji ber wê li ser her Kurdekî welatperwer erk e li hember kiryar û binpêkirinên li Efrînê dengê xwe bigihîne navendên biryardanê yên navdewletî. Di baweriya min de avakirina herême dijefirînê li esmanê Efrînê û Rojavayê Kurdistanê baştirîn çare ye ta ku herêma Kurdî li Sûriyê rastî êrîşên dagîrkirin û dijminane yên wek Tirkiyê nebe û gelê Kurd bê parastin.

Lê ji aliyê din ve hêz, rêxistin û komeleyên Kurdî ne li ser hev in, cuda û şerpeze ne, divê ew nakokiyên xwe bidin aliyekî û karên hevbeş ji bo Efrîn û doza Kurdî bi hev re bikin û bi berpirsatî tevbigerin, ji ber ku baştirîn çareserî ew e, ku sazîyên sivil, partî û hemû civakên Kurda li wan kesên xwe xwedî derkevin.

Divê Efrîn radestî Efrîniyan bibe

Rojnamevan Melek Elo Diya Bilind: Rewşa Efrînê bi dizî, talan û valakirina herêmê ji xwediyên wê yên rasteqîne bûye dojehek û bi awayekî rekxistinkirî tê kirin. Herwiha pêwîst e kesên dizî û talanê dikin bên dadgehkirin.

Ji bo nîşandan û şermezarkirina binpêkirinên li Efrînê dibin, pêwîstî bi ragihandineke Kurdî ya cegerdar û negirêdayî bi partiyan heye û ne tenê bi zimanê Kurdî, belkû bi zimanên din ji bo bigihe tevahiya cîhanê û bi taybet bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî û Îngilîzî.

Tiştê bilez tê xwastin ew e, mîlîşyayên çekdar û tundrew û artêşa Tirkiyê ji Efrînê derkevin û Efrîn radestî Efrîniyan bibe ji bo gelê wê bi ewlehî û aştî bijî. Herwiha damezrandina encûmenên xwecihî ên sivîl tenê ji bo pînekirina rewşê ne.

Tirkiye bixwe sedema koçberkirina Efrîniyan ji cih û warên xwe ne û ji ber ku dewleta dagîrker e divê bi erkên xwe rabe û rê bide ta hemû koçber û derbiderin Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe. Ji aliyekî din ve jî nabe veger û venegera derbiderên Efrînê bibe bazareke siyasî di navbera partiyan de û divê biryara vegerê ya wan derbideran bixwe be, ji ber ku divê ewlehî, dilniyabûn û pêwîstiyên jiyanê ji bo vegera wan bê peydakirin.

Kar û çalakiyên cemawerî yên li Ewropa ji bo Efrînê tên kirin ne di asta daxwazan de ye û her du aliyên siyasî yên sereke ENKS û TEV-DEM piştî dagîrkirina Efrînê bi karên pêwîst ranebûne, loma hêvî li ser kesên serbixwe ne, lê ew bi xwe jî nikarin karekî rêkxistinkirî bikin  û çalakiyên dibin karine fedok in.

Divê Tirkiye wek dewleteke dagîrker bi erkên xwe rabe

Hunermend Rêber Armanc: Ez weke Kurdekî Efrînî van tawanên bi serê miletê Efrînê de tên kirin, protisto û şermezar dikim, ew cihê daxê ye li eniya Encûmana Asayişa Navdewltî û cîhanê, ji ber Efrîn herêmeke aram bû û miletê Efrînê miletekî aştîxwaz e û tu carî şer û ceng li hember kesî nexwestiye ne dewlet û ne milet. Mixabin jî tu kesî piştgîriya miletê Efrînê nekir ne weke milet û ne weke dewlet.

Ev tawanên li Efrînê dibin bi destê çekdarên terorist hemû dewleta Tirkiyê ji ber ve berpirsiyar e ji ber ku îro ew dewleteke dagirker e li ser xaka Efrînê û girîng e ew bi erkên xwe weke dewleteke dagîrker li gorî peymanên navnetewî pêk bînê û divê Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi opizisyona Sûrî ew jî vê daxwazê bi awayekî rojane ji dewleta Tirkiyê bike.

Girîng e derbider û koçberên Efrînê vegerin malên xwe û ser xaka xwe li herêma Efrînê û mal û erdên xwe ji wan xelkê biyanî vegerînin û bistînin û divê ew pirojeya guhertina cigrafî berbave û bi ser nekeve, ji aliyekî din ve jî çênabe ewqas xelk bi sed hezaran li çol û di kampan de bimîne, ji ber gelek pirgirêkên civakê û sîkolocê û nexweşî ji wan re peyda bibin û divê zarok vegerin mal û dibistanên xwe û jiyaneke normal bijîn.

Çend çalekiyên şermok li Ewropayê ji bo piştevaniya Efrînê çêbûn, lê ew ne li gor asta bûyerê bûn ji ber ew kesên pê radibûne xelkên sivîl û penaberên Kurd li Ewrupa bûn, ne rêxistin û partiyên siyasî bûn.

Efrîn bajarekî Kurdistanî ye û ew barê hemû Kurdistaniyan e, gerek Kurdistanî bi hev re mil bi mil bi erkên xwe yê netewî rabin û êşa xelkê Efrînê derbasî her navendeke cîhanê û xwedî biryar li seranserî Ewropa bikin û girîng e partiyên Kurdî jî li Ewropa jî bi erkên xwe rabin û tevlî çalakiyên piştgîriya Efrînê bibin.

Civaka navdewletî li hember Efrînê bi erkê xwe ranebûye

Nivîskar û rojnamevan Macid Hec Kepe: Bêgûman binpêkirinên li Efrînê dibin, Hikûmeta Tirkiyê berî her aliyekî de berpirsyar e, ji ber ku ew grûpên çekdar bi serperiştiya Tirkiye û Rûsyayê derbasî Efrînê bûn û ti fermanê jî ji bilî Tirkiyê ji ti aliyekî din wernagirin. Tirkiye ji bo şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne rêjîma Esed bike ew grûpên opozîsyona Sûriyê bikar anîn û grûp ji nirxên şoreşgerî li dijî rêjîma Sûriyê bi dûr ketin û tenê bûn çete dizî, talan, revandin û eşkencedana welatiyên Efrînê dikin.

Civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan li cîhanê li hember rewşa Efrînê û tawanên li wir tên kirin, ji salekê ve bi erkên xwe ranebûne. Di vir dixwazim amaje bi wê bidin, Komîta Lêpirsîna Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve di raporta xwe ya nû derbarê Sûriyê de, grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike bi encamdana “Tawanên şer” li Efrînê tometbar kir û da zanîn ku şerê navxweyî yên di navbera grûpên çekdar de û encamdana teqînan bi riya otombîlên teqîner re hîşt rewşa ewlehiyê ne cigar be û tekez kir ku bêhtir ji 50 grûpên çekdar ên Enqere piştevaniya wan dike yên wek Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Nuxbe, Ceyş El-Şerqiye, Cebhe El-Şamiyê û Tevgera Nûredîn Zenkî Efrîn li xwe parve kirine. Di wê derbarê de pêgeha "Al-Monitor" a Amerîkî belav kir, kiryarên dizî, kuştin û guhartina demorafî li Efrînê ji dema êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ya piraniya niştecihên wê Kurd in rû didin. Herwiha wê pêgeha "Al-Monitor" amaje bi wê yekê kir, Netewên Yekgirtî û rêxistina Human Rights Watch ji nava desteyên navdewletî bû yên raportên binerx pêşkêş kiribûn ku binpêkirinên li dijî mafên mirovan ên wek (destdirêjî, dizî, zordarî, revandin û koçkirina bi neçarî ji aliyê koçberên Xûtaya Şamê ve bi mafên xelkê resen ên Efrînê tên kirin)

Lê tevî divê em aşkerekirin û şermezarkirina wan binpêkirina ranewestin û divê fişarê li ser Hikûmeta Tirkiyê bi her awayekî bikin, ta Efrîn wek berê aram û ewle bibe. Divê di hemû warên siyasî û ragihandinê û komkirina belgeyan de kar bikin û ji hemû alî û rêxistinên yasayî û navdewletî re pêşkêşkirina bikin, bi taybet di pêgehên biyanî de binivîsin û durûtiya Tirkiyê ya dibêje wê xelkê Efrînê ji PKKê rizgar kiriye riswa bikin ku li gor daxuyaniyên sivîlên herêmê, niha û ji dema derbasbûna grûpên çekdar ve herêm di teroreke rasteqîne de dijî.

Derbarê koçber û derbiderên Efrînê yên di kampên li bakurê Helebê de dimînin rastî gelek pirsgirêkan tên,  ji aliyekî ve ew di bin kontrola îdolijiya Ocelanî de ne, piştî ku ew îdolojî bû sedema tiştê bi serê Efrînê de hatiye û bû sedem ku welatî ji gundên xwe bên koçkirin, niha dîsa êş û azara wan ji bo îdololiyê bikar tê û nikarin karekî li dijî siyaseta PYDê bikin, ji aliyekî ve jî binpêkirin û tawanên li Efrînê dibin hanê nade wan dorpêçê bişikînin û vegerin gundên xwe. Heger Netewên Yekgirtî destêwerdanê neke û bixwe serperiştiya dosya vegera wan neke, derbiderên Efrînê dê di navbera du keviran de bimînin.  

Ji aliyê çalakî, mangirtin û xwepêşandanên li Ewropayê tên kirin, di nerîna min de pir sûdê ji Efrînê nayine, ji ber ku alîgirên Ocelan wan çalakiyan ji bo propagandeya xwe bîrewerî bikar tînin û rûyê wan çalakiyan dişêwînin. Heta ku PKK li ser lîsta rêxistinên terorê ye, divê alîgirên wê ji çalakiyekê bên dûrxistin, heta ku ziyanê negihîne naveroka çalakiyê. Herwiha divê ew çalakî bê propaganda partîtî û gihandina dengê miletê Efrînê û rizgarkirina wê ji zordariya grûpên çekdar ên Îslamî bên kirin, Efrîn piştî ku herêma herî ji bîr û baweriyên olî rizgarbûyî bû, niha bûye wek Torabora. 

 

S. B