Rûsya: Vekişîna Îranê ji Sûriyê behs nakin

Balyozê Rûsyayê li Tehranê dibêje, Rûsya destêwerdanê di pirsa vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsyayê li Tehranê dibêje, Rûsya destêwerdanê di pirsa vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê nakin.

Balyozê Rûsyayê li Tehranê Levan Jagarian ji ajansa “Interfax” re ragihand, mijara vekişîna hêzên Îranî ji Sûriyê, ne girêdayî Rûsyayê, ew tenê girêdayî bi hikûmeta Sûriyê ye û rêjîma Beşar Esed dikar vê mijarê çareser bike.

Levan Jagarian red kir jî ku ti nakokî di vê derbarê vekişîna Îranê ji Sûriyê di navbera Mosko û Tehranê de hebe û got, Rûsya kar dike ku Îran û Îsraîlê li Sûriyê bi çekan rûbirûyî hev nebin.

Ev daxuyaniya Balyozê Rûsyayê di demekê ye, medya Îsraîl û welatên rojava amaje dikin, piştî hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Helsinki, hewl hat dayî Rûsya Îranê qayil bike ta hêzên ser bi wê ve ji Sûriyê vekişîne.

 

S. B