Rakan Cibûrî şikest anî li xerickirina budceya Kerkûkê

Pişt şikestina hewlên Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re bo xerickirina bûdceya Kerkûkê, serok wezîr Îraqê, komîteyek şandîye bo çavdêrîkirina çawanîya xerckirina budceyê û razîkirina pêkhateyan bo aktîvkirina Civata Parêzgeha Kerkûkê. Ew komîte di çend rojên dahatî de digehe Kerkûkê û li gel nwênerên pêkhateyan dicive.

K24- Kerkûk

Ev jî piştî wê yekê dihê ku 21 wajû yên endamên Civata Kerkûkê hat redkirin bo xerckirin wê bûdceyê.

Ereb bi piştîvanîya Rakan Cibûrî parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re gelek hewil dan bo bûrandin bûdceyê û xerickirina wê bi awaya ku wan divên, lê di dawîyê hewlên wan şikest anî. Ew dibinin ku pirsa budceyê kirîne sîyasî.

Mehemed Xeçir endamê Civata parêzgeha Kerkûkê, firakisyona Erebî, got: Ev mijar bûye mijareka kesî û sîyasî. Cihê daxêye ku dibîjim Civata parêzgehê serkevtî nebû di biryara xerckirina budceyê Kerkûkê. Çunku Civata wezîran daxwazîya Civata parêzgehê red kirîye. Em niha di nîva salê de ye û ta nihaem nekarîne  ti pirojeyekê encam bidîn. Budceya ev sal geleke lê budce jî têkil bi sîyasetê bûye.

Budceya ev sal a Kerkûkê 430 milyar Dînare û li gor pirogramê dananyî bo wan pirojeyan, budce di xizmeta deverên Erebî û Turkumanan deye û deverên Kurdan bê behir kirîne ji pirojeyan. Eger têbînîyên endamên Kurd di Civata Parêzgehê de bihên wergirtin, guhertin li ser çawanîya xerckirin a Budceyê dê çêbibe.