Grûpên çekdar 4 welatiyên Efrînê direvînin

Li Efrînê revandina welatiyan bi armanca standina pereyan ji wan zincîreyek e û rojane ji aliyê grûpên çekdar ve tê kirin, herwiha welatiyekî Êzidî jî revandine û jiyana wî di bin metirsiyê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê revandina welatiyan bi armanca standina pereyan ji wan zincîreyek e û rojane ji aliyê grûpên çekdar ve tê kirin, herwiha welatiyekî Êzidî jî revandine û jiyana wî di bin metirsiyê de ye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, pêr 15ê vê mehê grûpa çekdar a bi navê Emşat kalemêrê 65 salî Elî Arif Hemîd Cafer li gundê Çeqelê Jêrin revand û li girtîgeha xwe bi awayekî hovane lê da û darê zorê 10 hezar Dolar jê standin.

Da zanîn jî, li navçeya Cindirêsê, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî li ciwanê 17 salî Menan Ebdo li pêş malbata wî lê dan û piştre ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Her li Cindirêsê, heman grûpa Polîsa Leşkerî dîsa li pêş malbata wî bi awayekî hovane li Hemodê Miste Qebes dan û piştre jî ew ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, Li gundê Feqîra jî grûpa Hemzat welatiyê Êzidî Êzdîxan Arif Îso ji roja 13ê vê mehê revandiye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Kurdên Êzidî li 23 gundên Efrînê hebûn, li gor amarên sala 2011an berî şerê li Sûriyê 65 hezar Kurdên Êzidî li Efrînê dijiyan, lê piştî têkçûna rewşa Sûriyê û destpêkirina koça bikomî ya sala 2013an de, tenê nêzîkî 35 hezar li Efrînê mabûn û bi êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew jî derbider û koçber bûn û hejmarek kêm jî li Efrînê mane.

Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar û dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de û li gor zanyariyên K24ê bêhtir ji 80 welatiyên Kurd ên Êzidî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin û kuştin û mal û milkên wan jî hatin talankirin û desteserkirin.

Li gor amarên çalakvanên Efrînê jî, heta niha zêdetir ji 3 hezar welatiyên Kurd ji aliyê grûpn çekdar û artêşa Tirkiyê ve hatine revandin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji hezar kesî ji wan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji kiryarên kuştin, revandin, destdanîna ser mal û milkên xelkê ew e, Kurd neçar bibin û ji Efrînê koçber û derbider bibin û Ereban li şûna wan bicih bikin û proseya guhartina demografî bibin serî.

 

Elî Arif Hemîd Cafer
Elî Arif Hemîd Cafer
Êzdîxan Arif Îso
Êzdîxan Arif Îso

 

S. B