PDK û YNKê encama civîna xwe aşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, peyvdarên her aliyan naveroka civînê aşkere kirin.
Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehemd ragihand, hevahengiya PDK û YNKê girîng e û di civînê de wan behsa pirsgirêkên Kerkûk û pêkanîna kapîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin û divê bilez jî hikûmet bê pêkanîn.
Amaje bi wê jî kir, pêwîst e biryarên pêkanîna hikûmetê derbasî qonaxa kirdariyê bibin û PDK û YNKê komîteke hevbeş a jihevtêgihîştinê pêk tînin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YNKê Seidî Pîre ragihand, divê PDK û YNKê rêkeftineke siyasî ya hevbeş bikin ji bo birêvebirina pirsgirêk û pêşhatên nû.
Li ser rewşa Kerkûkê jî got: Rewşa Kerkûkê nexwastî ye û divê pirsa Kerkûkê bipaş nekeve û karên pêşîne ya PDK û YNKê be, lê pirsgirêka Kerkûkê bê Bexda çareser nabe, ji ber ku gelek hêzên leşkerî û Heşda Şeibî li Kerkûkê hene û di bi hev re rûbirûyî pirsgirêkn Kerkûkê bibin.
S. B