Karayilan: Tirkiye û Îranê li dijî PKKê hevdîtin kirine

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan radigihîne: Îranê operasyona Xakurkê pesend kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan radigihîne, Îranê operasyona Xakurkê pesend kiriye.

Murat Karayilan ji ajanseke nêzikê PKKê re eşkere dike, Îran û hikûmeta Tirkiyê ji bo operasyonên hevbeş ên li dijî PKKyê hin hevdîtinên nehênî kirin.

Got: Îran û Tirkiye li dijî PKKê hin peyman çêkirine. Îran her çend e di pratîkê de li dijî PKKê tevnegere jî, li beramberî operasyona Xakurkê bêdeng e û ev bêdengî nîşan dide ku Îranê operasyona Tirkiyê pesend kiriye.

Li gor Karayilan hikûmeta Tirkiyê pêwîst nabîne desthilatdarên Iraqê operasyona wan pesend bike. Enqere, Bexdayê cidî nagre û ji bo operasyona Xakurkê, zext li Iraqê kiriye.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkîyê ragihandibû, wan ji roja 27ê Gulanê ve operasyona xwe li çîyayê Xakurk û derdora wî destpê kirin.

 

S. B