8 bergûmanên êrîşê dijî Serokê CHPyê hatin azadkirin
K24- Hewlêr
8 bergûmanên êrîşê dijî Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hatin azadkirin.
Berî niha 2 rojan di rewresma veşartina leşkerekî de komeke nîjadperest êrîşê Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kiribûn û di encama lêpirsînê de ji nava êrîşkaran 9 kes hatibûn desteserkirin. Dadgeha Enqereyê biryara azadkirina 8 kesan da û dema desteserbûna kesekî ko bi kulman êrîşê Kiliçdaroglu kiribû hate dirêjkirin.