YNK pêkanîna hikûmeta nû guftûgo dike

Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo guftûgokirina pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo guftûgokirina pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

Berpirsê Ragihandina Polîtburoya YNKê Karwan Yar Weys ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 17:00 Polîtburoya YNKê dest bi civînê dike û di civînê de guftûgoyê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna Polîtburoya YNKê de guftûgo li ser postên di Parlemanto û Hikûmetê de dikevin destê YNKê de tê kirin.

Ev civîna YNKê piştî wê yekê tê, îro Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo guftûgokirina pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyabû û piştî civînê Peyvdarê PDKê di konferanseke rojnamevanî de got, PDK li benda YNKê ye ji bo kandîdên xwe ji bo Parlemantoya Kurdistanê diyar bike.

 

S. B