Akar: Em S400an û F35 jî bicîh dikin

Wezirê Berevaniya Tirkiyê got: Ew dê rêkeftinên mûşekên S-400 an û Balefirên şerî yên F35an bê kêmasî bicîh bîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Balefirên Şerî yên F-35 dê li Bajarê Meletiyê bicîh bikin.

Hulusi Akar da zanîn: Wan hemû bendên peymanê yên F35 an bi cîh anîne û ew hevpeymanên projeya F35an nin.

Wezirê Berevaniya Tirkiyê got: Ew dê rêkeftinên mûşekên S-400 an û Balefirên şerî yên F35an bê kêmasî bicîh bîn in.

Hulusi Akar got: Amerika û welatên Ewrûpa, pişti ku wan dest bi kirîna S-400 an kir, gotinên wek "Pêwist e Tirkiye ji Hevpeymaniya F-35an were avêtin” anîn ziman.

 Hulusî Akar - Wezirê Berevaniya Tirkiyê got:

Me rêkeftina S400 an li gel Rûsya mor kir. Edî em di dema cîbicêkirinê de ne. Xelas bû ye. Pişti bidawî bû, Amerika û Ewropa bêzariya xwe derbirîn. Ew jî, jiber F35 an bû, ku projeya NATO ye. Projeyek ku Tirkiye hevpeyman e. Li welatê me tê afirandin. F-35an em dê li Bajarê Meletiyê bicîh bikîn. Em dê S400 an jî, li deverek din a Tirkiyê bicîh bikîn. Dê ji hevûdu dûr bin. Du projeyên cuda ne, S400 çi eleqedarî bi F-35an ve nabe. S400 nakeve nav sistema NATOyê. Wek dû beş, Em dê 116 Balefiran wergirîn. Lê nakokiya me li gel Amerika berdeam dike.   

 

 

C.B