Civîna Îsraîlê.. Nakokiyên derbarê Îranê de bê çare man

Tevî ku Serokwezîrê Îsraîlê ragihand, her sê şêwirmendên ewlehiyê yên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê li ser girîngiya peydakirina aramiyê li Sûriyê lihev kirin. Lê nakokiyên wan ên derbarê rola Îranê wek xwe man.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî ku Serokwezîrê Îsraîlê ragihand, her sê şêwirmendên ewlehiyê yên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê li ser girîngiya peydakirina aramiyê li Sûriyê lihev kirin. Lê nakokiyên wan ên derbarê rola Îranê wek xwe man.

Li gor rojnameya “aawsat” Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ne razî ji civînê derket, ne tenê ji ber helwesta Rûsyayê, belkû ji daxuyaniyên Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton jî ne razî bû, ji ber wî daxwaza vegera bo gotûbêjan ji Tehranê kir.

Duhî bi serperiştiya Netanyahu, şêwirmendên asayişa netewî yên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê li Qudisê derbarê çareseriya rewşa Sûriyê û rola Îranê li navçê civiyabûn.

Wê rojnameyê diyar kir, civîna duhî negihîşt ti encamên bratîkî û nakokiyên hene, ji lûtkeya Amerîkî û Rûsî re hîştin, ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin dê li Lûtkeya Aborî ya li Japonyayê bicivin.

Netanyahu derbarê civînê de got: “Me guftûgo kirin û emê berdewam jî bikin, lê em li ser derxistina Îraniyan ji Sûriyê rijd in. Em bi her du welatên bihêz re hevnerîn in ku sînaryoya derxistina hêzên piştî sala 2011an derbasî Sûriyê bûne bicih bibe. Ev jî destpêkeke baş e.”

Ji aliyê xwe ve John Bolton got: “Rêjîma Îranî jêdera teror û tundiyê ye û gefê li hinadekirina petrola cîhanî dike. Serok Trump sizayên nû li Îranê spandin, lê di heman demê de deriyê vegera bo danûstandinan vekirî hîşt. Tenê jê Îranê tê xwastin derbasî wî derî bibe.

Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Rûsî Nikolai Patrushev got: “Divê berjewendiyên Îranê li Sûriyê li ber çav werin girtin. Her hewlek bo nîşandana Îranê wek gefek li ser ewlehiya cîhanê nayê qebûlkirin.

 

S. B