Mesrûr Barzanî: Piştevaniyê li guhartina destûrê nakin heger mafên rewa yên Herêmê kêm bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serok û endamên Desteya Rêveberiya Navenda Dilayoga Rafîdeyn kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serok û endamên Desteya Rêveberiya Navenda Dilayoga Rafîdeyn kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê guhartinên niha ya Iraqê de hatin kirin. Tekezî li wê hate kirin, ku hebûna pêwendiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û geşepêdana pêwendiyan, di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji şandê kir, wek desteyeke ronakbîrî ya Iraqê, roleke xwe ya bibandor bo nêzîkirina aliyên Iraqê û berevanîkirina li mafên destûrî û rewa yên gelê Herêma Kurdistanê bigire ber.

Derbarê daxwazên guhartin yan serastkirina destûrê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronî kir, pirsgirêka Iraqê sedema wê ne naveroka destûrê ye, belkû bicihnekirina madeyên destûrê ye.

Got jî: Em piştevaniyê li ti guhartinê û serastkirina destûrê nakin, ku destkariyê di desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de bike û wan kêm bike.

 

S. B