Serok Barzanî: Pêwîst e firakisyona PDK pêbendî armancên gelê Kurdistan be

Serok Mesûd Barzanî: Pêwîst e firakisyona Partiya Demokrat a Kuridstanê, nimûneya bilind a sincên siyasî be û pêbendî armancên stiratîjî yên gelê Kurdistanê be

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku pêwîst e firakisyona Partiya Demokrat a Kuridstanê, nimûneya bilind a sincên siyasî be û pêbendî armancên stiratîjî yên gelê Kurdistanê be, ku di heman demê de, ew armancên stiratîjî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ne.

Li gorî malpera Serok Barazanî, Îro Şemiyê 22.09.2018an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî li gel endamên firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Iraqê de civiya.

Di destpêka civînê de, cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Dr Beşîr Xelîl Hedad, bi kurtî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û hevkêşeyên li nav Perlemana Iraqê û kar û çalakiyên firakisyona PDK ji bo Serok Barzanî da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li endamên firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Iraqê de kir û ronahî xiste ser giringiya hilbijartinên Iraqê û serketina lîsta PDK di wan hilbijartinan de û tekez kir, ku pêwîst e firakisyona PDK mînakeke bilind a sincên siyasî be û pêbend armancên stiratejî yên gelê Kurdistanê be, ku di heman demê de, armancên stiratejî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ne.

Di beşekî din ê civînê de, Serok Barzanî bi kûrî behsa wan sedeman kir, ku di qunaxa derbasbûyî de, bûn sedema binpêkirina destûr û rêketinan û nemana şeraket û serhildana kêşeyan.

Serok Barzanî balkişand ser referandûm û bûyerên piştî wê û tekez kir, ku welatiyên Iraqê di hilbijartinên vê dawiyê de, ew kesên ku bi nerîneke şovînî temaşeyî gelê Kurdistanê dikirin û dijayetiya mafên xelkê Kurdistanê dikirin, siza dan û dengên xwe nedan wan.

Herwiha Serok Barzanî balkişand ser bihayên bilind ên xebata gelê Kurdistanê û diyar kir, ku tu demekê gelê Kurdistanê kiryarên teqandin û karên terorê nekiriye û herdem pêkvejiyan parastiye û ti demê jî rê neda ye ku nakokiya gelê Kurdistanê li gel Hikûmetên Iraqê, bibe nakokiya di navbera netewan de û got: Ji bo vê yekê, kûrtirkirina pêkvejiyanê yek ji erkên firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ye li nav Perlemana Iraqê.

Derbarê piroseya siyasî ya li Iraqê, Serok Barzanî tekez kir, ku pêbendbûna bi hersê pirensîpên (Hevparî û Lihevkirin û Hevsengî) di navbera pêkhatan de, di Hikumdariyê de, gellek kêşeyan çareser dike.

N.O