Hewlên Alî Babacan bo avakirina partiyeke nû endîşe xistiye nava AKPyê

Xebat û amedekariyên Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan, a ji bo avakirina partiyeke nû, endîşe xistiye nava AK-Partiyê.

K24- Hewlêr

Xebat û amedekariyên  Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan, a ji bo avakirina partiyeke nû, endîşe xistiye nava AK-Partiyê.

Cigîrê Serokê AK-Partiyê Mahîr Unal dibêje, AK-Partî di hilbijartina borî de, ji sedî 52 deng wergirtiye û ji bo Tirkiyê partiyeke nû, ne pêwîst e. Lê li gor beşek ji medya Tirkiyê, piştî Alî Babacan, dê hejmarek zêde endam û parlementerên AK-Partiyê dest ji partiya xwe berdin û bibin hevreyên Alî Babacan.

Behsa avakirina partiyeke nû a ji aliyê Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacanî ve, ji rojeva Tirkiyeyê nayê xwar.

Piştî ko Alî Babacan dest ji AK-Partiyê berda û bi daxuyaniyeke fermî amedkarî û xebatên avakirina partiyeke nû ragihand, çav zivirîn ser AK-Partiyê ka gelo ev bûyer dê bandorek çawa li ser vê partiyê bike.

Cigîrê Serokê AK-Partiyê  Mahîr Unal di wê baweriyê de ye ko di siyasetê de nirxekî Alî Babacanî niye. AK-Partî di hilbijartina dawî de ji sedî 52 deng wergirtiye û ji bo Tirkiyeyê partiyeke nû ne pêwîst e.

Lê nûçeyên ko belav dibin berevajî bêxemiya Mahîr Unalî ye. Beşeke medyaya Tirkiyeyê radigihîne ko piştî Alî Babacanî dê destjikarberdanên ji AK-Partiyê berdewam bin. Li gor rojnameya Cumhuriyetê dê hejmareke zêde endam û parlementerên AK-Partiyê dest ji partiya xwe berdin û dê bibin hevrêyên Alî Babacanî. Erdogan jî bi armanca rêlibergirtina vê dê demek nêzik de bajar bi bajar serdana şaxên AK-Partiyê bike. Jixwe Erdogan berî niha 3 rojan jî digel parlementer û şaredarên nû yên AK-Partiyê li Stenbolê kom bûbû û li ser meseleya partiya nû hişyarî dabû.