Hêzeke Amerîkî derbasî Qamişlo bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzeke leşkerî ya Amerîkî îro gihîşt bajarê Qamişlo û derbasî baregehekê YPGê bû.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, berî bîstekê hêzeke leşkerî ya Amerîkî ku 4 otombîlan leşkerî pêk tê gihîşt bajarê Qamişlo û derbasî baregeheke YPGê bû.
Herwiha duhî jî, 5 otombîlên zirîpoş ên Amerîkî gereke çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê ji bajarokê Tirbesipiyê û heta sînorê Herêma Kurdistanê encam dabû.
Ev yek di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dabû û beşek ji hêzên Amerîkî vekişiyabûn.
Lê di nûtirîn daxuyaniyên xwe de, Trump ragihand, ewê beşek ji leşkerên xwe bo parastina kêlgehên petrolê bihêle.
S. B