ENKS: Divê cihê Pêşmergeyên Roj di herêma ewle de hebe

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, divê herêma ewle ji aliyê xelkê wê ve bê birêvebirin û Pêşmergeyên Roj cihê xwe tê de bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, divê herêma ewle ji aliyê xelkê wê ve bê birêvebirin û Pêşmergeyên Roj cihê xwe tê de bigire.

Emîndariya Giştî ya ENKSê piştî civîna xwe ya asayî daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser helwesta xwe ya berê kir û ragihand, divê avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê di bin serperiştiya navdewletî de be û hemû pêkhatiyên wê bêne parastin.

ENKS daxwaz kir jî, divê herêma ewle ji aliyê xelkê wê û hêzeke leşkerî ya hevbeş ve bê birêvebirin, ku Pêşmergeyên Roj tê de cihê xwe yê xwezayî bigire û bibe hokarê aramî û dilniyabûnê ji hemûyan re.

ENKS tekez kir, divê destêwerdana leşkerî ji herêmê re neyê kirin û rewş aloztir nebe û divê nerîna ENKS derbarê diyarkirina pêşeroja herêmê û aramiyê wê de bê birin.

ENKS amaje bi vegera koçberan kir û ragihand, tevî ENKS bi vegera koçberan bo herêmên xwe re ye, lê divê ew proseya ji bo plana guhartina demografî li rojhilatê Firatê bikar neye.

ENKS dide zanîn, çareseriya herî baş ji hemû pirsgirêkan re, aktîvkirina proseya siyasî, dîtina çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û bi taybet biryara (2254) û avakirina komîta destûrî ye. Herwiha ENKS bang li civaka Navdewletî jî kir ku bi erkên xwe rabe.

Li ser rewşa Efrînê, ENKSê binpêkirinên li Efrînê li ser destê grûpên çekdar dibin şermezar kir û daxwaza sizadana çekdaran û derxistina wan ji Efrînê kir. Herwiha ENKSê daxwaz kir jî, rêvebirina Efrîn radestî xelkê wê bibe û parastineke navdewletî jê re hebe.

     

S. B