MSD: Amerîka dixwaze proseya çareseriya siyasî asteng bike

Çend car in dema hêzên Rûsî berê xwe didin rojhilatê Qamişlo û herêmên petrolê, hêzên Amerîkî rêgiriyê lê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hêzên Amerîkî rêgirî li hêzên Rûsî kirin û rê neda wan derbasî herêmên petrolê bibin. MSD dibîne ku Amerîka dixwaze proseya çareseriya siyasî asteng bike. Ji aliyê xwe ve jî ENKS dibêje pêwîst e Kurd di vê proseya siyasî de xwedî roleke sereke be.

Çend car in dema hêzên Rûsî berê xwe didin rojhilatê Qamişlo û herêmên petrolê, hêzên Amerîkî rêgiriyê lê dikin. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar dike, Amerîka ne hewcedarê petrolê ye, lê dixwaze destê wê di çareseriya proseya siyasî de hebe û bê hebûna Amerîka, dê rêgirî li vê proseyê bi kirin. Herwiha Amerîka bi riya petrolê fişarê li Rûsyayê dike.

Di vê derbarê de Hevserokê MSDê Riyad Derar ji K24ê re got: “Niha ti kes nikare behsa çarerseriya siyasî li Sûriyê bike, ji ber ku Amerîka astengiyan dike. Niha hêzên Amerîkî li navçeyên petrolê ne, ev jî wek emrazekê bo astengkirina çareseriya siyasî ye, ji ber wê divê ku di navbera Amerîka û Rûsyayê hevtêgihîştin hebe.”

MSD û ENKS hevnerîn in ku ti pêwîstiya Amerîka bi petrola Sûriyê nîn e, lê her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe biparêze. Endamê Serokatiya ENKS Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand, divê Kurd jî li gor berjewendiyên xwe tevbigerin û di proseya çareseriya siyasî de xwedî roleke sereke bin, ev yekî bi riya pêwendiyên bi Amerîka û Rûsyayê pêk tê.

Piştî belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê û birêveçûna gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li rojhilatê Firatê, her çend rojan hêzên Rûsî berê xwe didin herêmên petrolê, lê ji aliyên hêzên Amerîkî ve rêgirî li wan tên kirin.