Alîyên sîyasî yên başûra Kurdistanê li ser girjîyên Emerîka û Îranê civîyan

Li ser girjyên di navbera Emerîkayê û Îranê de, nwênerên alîyên sîyasîyên Kurdistanî li Silêmanîyê civîyan û bi hûrî ronahî xistin ser badora wê girjîyê li ser Herêma Kurdistanê. Herweha alîyên sîyasî daxwaz dikin jêrxana abûrîya Kurdistanê bihê bihêzkirin daku di demên bertengîyê de bikarîn xwe li pêşîya tengije û rûdan bigrîn.

K24- Silêmanî

Girjîyên di navbera Emerîka û Îranê , alî sîyasîyên başûra Kurdistanê civandin, herçende piranîya wan alîyan bi dûr zanî ku şer di navbera herdû alîyan de rû bide, lê sera wê yekê jî, li ba wan giring bû Herêma Kurdistanê xwe dûr bigire û nebe alîgirê ti ji wan dû dewletan, çunku bi vajîya wê yekê zîyan bi Kurdistanê dikeve.

Herçende nakokîyên van dû welatan gehiştîye kopikê û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê her ji niha ve derkevtîye, nwênerên alîyan bi hûrî dest xistine ser arîşeyan û pêşnîyaz bo hikumetê kirine.