Mezlûm Ebdî: Serok Barzanî ji bo rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye û dilîze

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dibêje, Serok Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye û dikare ji vir pê ve jî, zêdetir bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dibêje, Serok Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye û dikare ji vir pê ve jî, zêdetir bike.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, di hevpeyvîneke digel Al Monîtor de, da xuyakirin, Serok Barzanî di proseyên berê de bo nêzîkirina aliyên siyasî roleke girîng û erênî lîstiye. Da zanîn ew di wê baweriyê de, ku dixwazin û dikarin zêdetir ENKS nêzîkî rêkeftinê bikin.

Ebdî got, ew dixwazin encamên hevdîtinê îsal bibîn in, ku yekem care li vê derê radighîne.

Mezlûm Ebdî her weha got, hemû alî amade ne û ew dê bo yekîtiya Rojavayê Kurdistanê di demeke herî nêzîk de rêkbixin. Da xuyakirin, gelek partiyên Rojavayê amade ne beşdarî bikin û hêvîdar e ENKS jî beşdarî bike.

 

 

 

C.B