Grûpên Îslamî gundên Efrînê topbaran dikin

Grûpên çekdar ên li herêma Ezazê gundên Efrînê û devera Şehba yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li herêma Ezazê gundên Efrînê û devera Şehba yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) topbaran dike.

Rojnamevan Ayanda Koran ji K24ê re ragihand, Grûpên çekdar ên li Ezazê yên ku Tirkiye piştevaniyê dide wan, îro ji destê sibê ve dest bi topbarankirina gundên ser bi Efrînê kirin.

Li gor zanyariyên wê rojnamevanê ku, topbarana li ser gundên Enab, Tinib, Şwarxa, Kiştiyar, Qestel Cindo, Cilbir û Qitmê heta niha berdewam e.

Ew gund ku dikevin başûr û rojhilatê Efrînê û nêzîkî herêma Ezaz ne Heta niha ziyanên ji encama wê toparanê nehatiye aşkerekirin.