Mesrûr Barzanî: Em zêdetir ji mafên xwe yên destûrî daxwaz nakin û sazişê jî li ser mafên xwe nakîn

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî, serokê hikumeta Îraqê li ser pêkanîna çend komîteyeke teknîkî rêkkevtine bo dîyarkirina tevaya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û çawanîya çaerserkirna wan pirsgirêkan.

K24- Bexda

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî, serokê hikumeta Îraqê li ser pêkanîna çend komîteyeke teknîkî rêkkevtine bo dîyarkirina tevaya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û çawanîya çaerserkirna wan pirsgirêkan.

Kurdistan24 li gor çend çavkanîyên nûçeyên nêzîk ji civîna şanda bilinda Herêma Kurdistanê li Bexdayê, çend zanyarîyekan li ser civîna Mesrûr Barzanî û Adil Ebdulmehdî belav dike.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, Mesrûr Barzanî, ji bilî supaskirina serok wezîrên Îraqê, bi Adil Ebdulmehdî re gotîye, ku ew wek dosteke Kurdistanê hêvîyeke mezin bi wî heye bo çareserkirina tevaya pirsgirêkên hilpisartî.

Herweha tekez li ser piştîvanîya Herêma Kurdistanê kirîye bo Adil Ebdulmehdî û kabîneya wî û hêvî jî xwaztîye ku tevaya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê bihên çareserkirin.

Mesrûr Barzanî ragehandîye ku Herêma Kurdistanê dixwaze li Îraqê pişikdareke rasteqîne be û pêgeh, Erik û mafên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bihên dîyarkirin.

Serokê hikuemta Kurdistanê tekez kirîye ku ji bilî mefên destûrî yên Herêma Kurdistanê daxwaza ti tişteke zêdetir nakin û qet sazişê jî li ser ti mafeke destûrîyê xelkê Kurdistanê nakin.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, li beranber, Adil Ebdulmehdî, ji bilî pîrozbahîyê li serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû, supasîya şanda bilnda Kurdistanê jî kirîye ku wek derbirîna nîyazpakîyê, bo çareserkirina pirsgirêkan, serdana Bexdayê kirine.

Herweha bi supasî ve amaje bi rola Herêma Kurdistanî kir ji pêşwazîkirina aware yên bajar û bajarokên Îraqê. Adil Ebdulmehdî ragehandîye jî, ku piştî heriftina rijêma Sedam Husên, Herêma Kurdistanê û Îraqê bi hev re ev welate avedankirine ku pirsgirêk corbicor jî di navbera herdû alîyan de hene pêwîste bihên çareserkirin. Ebdulmehdî amaje bi wê yekê jî daye ku giring ewe nîyazeke baş heye bo çareserkirina wan pirrsgirêkan. Lew pêşnîyaz hatîye kirin ku herdû alî bi cuda reşnivîsekê amade bikin bo dîyarkirina pirsgirêkan û vedîtina çareserîya guncayî  bo wan pirsgirêkan lêi gor destûra Îraqê.