Tirkiye: Partiya Davutoglu, nêzîk ava dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu berî 2 mehan ji Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) veqetiya û niha di proseya damezrandina Partiya xwe de ye.
Ligor kesayetiyên nêzîk ên partiya nû ya Ahmet davutoglu ji BBC re diyar kirin e, di dawiya meha Mijdarê yan jî, di destpêka meha Berçile de, Partî bi awayek fermî tê damezrandin.
Heta niha navê partiyê, navenda partiyê, damezrênerên partiyê û roja damezrandina partiyê, bi egera ku tu pirsgîrêk di vê proseyê de rû nedin, nayên eşkere kirin.
Herweha ligor heman jêderan, ji alî AK Partî ve hîn jî hewl tên dan, ku ev partî neyê avakirin.
C.B