Gotebêjê PDKyê: Danana parêzgarê Kerkûkê divê li gor rêkkevtina PDK û YNKyê be

Mehmûd Mehemed gotebêjê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) di hevpeyvîneke taybet de bi Kurdistan24ê ragehand: Berê, danana parêzgarê Kerkûkê bi rêya rêkkevtina PDKyê û YNKyê (yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) bûye û niha jî pêdivîye danana parêzgarî bi rêkkevtin be.

K24- Hewlêr

Gotebêjê PDKyê got jî: Kerkûk bajarê hemû alîyane ne tenê ya partîyekê ye.

Amaje bi wê yekê jî da, nabe eger alîyekê dengên zêdetir li parêzgeha Kerkûkê bi dest xwe ve anî be; weha hest bike ew parêzgeh tenê ya wîye û divê tenê ew biryarê li ser ayîndeya  wî partêzgehî bide.

Li ser asta Îraqê jî, gotebêjê PDKyê ragehand: Hinek alî li Îraqê kar dikin bo şikestpêanîna hikumeta Adil Ebdûlmehdî.

Got jî: Girjîyên di navbera Îran û Emerîkayê de bandora xwe hebûye li ser rewşa sîyasîya Îraqê û sîyaseta firakisyonan.

Amaje bi wê yekê jî de, hilkumeta Îraqê divê bi hestyarane reftarê lie gel rewşa niha ya rojhilata navîn bike.