Kurtulmuş: Hebûna YPGê li Efrînê gefek e li ser Tirkiyê

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragihand, hebûna YPGê li Efrînê gefek e li ser Tirkiyê, ji ber wê jî hişyariyê dide YPGê ku her êrîşek li dijî Tirkiyê bibe, welatê wî bêdeng namîne û dê bi tundî bersivê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurtulmuş di serdana xwe a Adiyemanê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku, Amerîka bi piştgirîdayîna YPG û PYDê xizmeta aştiyê nake.

Kurtulmuş got jî: "Ji bo me ti cudahî di navbera YPG, PYD û PKKê de tune ye. Piştgiriya çekdarî û siyasî ya rasterast bo wan, wek piştgiriya PKKê qebûl dikin û em wisa tînin ziman. Em careke din îfade dikin ku ev rêya Amerîka dişopîne, ji bo berdewamiyê ne guncaw e."

Kurtulmuş hişyarî da YPGê û got: "Ez careke din eşkere bibêjim, divê guh bidine hestiyariya Tirkiyeyê yên der barê PYD/YPGê de û li me guhdar bikin. Ji Efrînê li dijî Tirkiyê heke ji aliyê vê rêxistinê ve êrişek bê kirin, em ê bersivê bidine wan. Tirkiye li hemberî çalakiyên li dijî xwe ji wî aliyê sînor temaşevan namîne."

Tê zanîn, Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak îro ragihandibû ku, divê YPG ji Afrînê were jinavbirin.