li bakurê Kurdistanê berf barîn berdewam e

Zivistan dawî hat lê li bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.

K24- Hewlêr

Zivistan dawî hat lê li bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.

Zivistana dijwar a bakurê Kurdistanê xwe nîşanî biharê jî dide û di meha nîsanê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê yên wekî Colemêrg, Qers, Agirî û Erzirom, Muş û Wanê berf dibare. Welatî di rojên biharê de di dema ko hêviya geşt û seyranê dikirin bi barîna berfeke jinişkavî re rûbirû man. Li gor pisporên keş û hewayê li bakurê Kurdistanê barîna berfê dê heta  roja şemiyê  berdewam be.