HSD: Me 55 çekdarên DAIŞ kuştin

HSD radighîne, di 24 demjimêrên borî de 55 çekdarên DAIŞê li mîhwerê Hecîn kuştin e

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD radighîne, di 24 demjimêrên borî de 55 çekdarên DAIŞê li mîhwerê Hecîn kuştin e.

Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSD di daxûyaniyekê de ragihand, şervanên wan li eniyên Hecîn û Baxus 55 çekdarên DAIŞê kuştin e û 43 pêgehên çekdarên DAIŞê jinav birin e.

HSD herweha diyar kir, di 24 demjimêrên borî de firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 57 caran çekdarên DAIŞê bombebaran kirin e û hêzên wan jî, 15 mînên DAIŞê jinav birin e.

Operasyona HSD bi piştevaniya Hêzên Hevpeymanan ev çendîn mehan dom dike û şerên giran li deverê di navbeyna DAIŞ û HSD rûdan e…

 

 

C.B