Li Efrînê Kurdekî din di bin eşkenceya çekdaran de hat kuştin

Grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de li Efrînê kar dikin welatiyekî din di bin eşkenceya hovane de dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de li Efrînê kar dikin welatiyekî din di bin eşkenceya hovane de dikujin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilêlko ku roja 30 Tebaxa bûrî ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, duhî di bin eşkenceya hovane de hat kuştin.

Wê rêxistinê da zanîn, berpirsê binkeya Polîsa Medenî ya Reco Neqîb Ebo Şihab bi awayekî hovane, bi kehrebê û alavên hesinî Mihemed Henîf Husên eşkence dida ta ew kuşt.

Diyar kir jî, duhî demjimêr 17:30 wê grûpê malbata Mihemed Henîf Husên agahdar kir ku termê kurê wan li nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê ye û divê werin termê wî werbigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê jî kir, heman grûpa çekdar, birayê wî Selah Henîf Husên ji roja 28ê Tebaxê ve revandî ye û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji bilî revandina welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê, ta niha zêdetir ji 40 kesî di bin eşkenceyê de û bi guleyên rasterast ên çekdaran ve hatine kuştin.

Roja 24ê Tebaxa bûrî jî grûpeke çekdar bi darê zorê ketibûn maleke Efrînê û li kalemêrê 80 salî Miheydîn Oso û hevjîna wî ya 70 salî Horiye Mihemed Bekir dabûn û kuştibûn.

 

S. B