Amerika siza liser 16 kesatî û aliyên girêdayî Sûriye sepandin

Wezareta Gencîneya Amerîka sizayan li ser 16 kesatî û aliyên girêdayî Sûriyê disepîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Gencîneya Amerîka sizayan li ser 16 kesatî û aliyên girêdayî Sûriyê disepîn e.

Wezareta Gencîneya Amerîka ragihandiye, siza liser 3 kesatî û 13 aliyan sepandiye, ku li Lazqiyê, Şam, Himis, Beyrût û Dubey hatine tomar kirin û pêwendiya wan bi Hikûmeta Sûriyê re heye.

Di nav wan kesatiyên ku sizayên Amerîka li ser wan hatiye sepandin, biznismanê Sûrî Samir El-Foz e, ku li gorî hin dezgehên ragihandinê, kesekî nêzîkî Serokê Sûriyê Beşar Esed e.

Beriya niha jî Amerîka bi tometa alîkarîkirina hikumeta Sûriyê, siza li ser hejmarek kesatî û aliyên girêdayî hikûmeta Sûriyê sepandibû.

 

 

 C.B