Pîrî: AK Partî dijî demokrasiyê tevdigere

Parlamentera Ewropa û Raportora Pêwendiyên Tirkiyê Katî Pîrî daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn: Partiya Desthilatdar AKP, pesendan dida wan namzetan, ew ên, ku ew dixwazin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera Ewropa Bi daxûyaniyekê dibêje: Hikûmeta Tirkiyê, pesendên namzetên HDPê yên hatine hilbijartin, dide Partiya xwe.

Parlamentera Ewropa û Raportora Pêwendiyên Tirkiyê Katî Pîrî  daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn: Partiya Desthilatdar AKP, pesendan dida wan namzetan, ew ên, ku ew dixwazin. Namzetê CHPê yê Stenbolê jî, bi hecetên ne yasayî ve, dereng dixe.

Parlamenter Katî Pîri got: Hikûmeta Tirkiyê, pesendên namzetên HDPê yên hatine hilbijartin, dide Partiya xwe. Ev yek jî, şermek mezin dijî demokrasi yê ye.

Nûnera Parlamena Ewropa Katî Pîrî, Komisyona Hilbijartinên Tirkiyê jî rexne kir, ku li gorî yasayan û peymanên Yêkitîya Ewropa tevnagere.

Pîrî dibêje: Çawe dibe beriya hilbijartinan wek namzet bipejirîn in, piştî hatin hilbijartin jî, pesendên wan bidin namzetên xwe.

Parlamentera Ewropa dibêje: Ew bang li Hikûmeta Tirkiyê dikîn, ew namzetên hatine hilbijartin, pesendên wan werin radest kirin.

 

 

 

C.B