Berîtanîya balyozeke nû li Îraqê destnîşan dike

Berîtanîya balyozê xwe li Îraqê diguhere û balyozeke nû li şûna Con Wîliks destnîşan dike.

K24- Hewlêr

Berîtanîya balyozê xwe li Îraqê diguhere û balyozeke nû li şûna Con Wîliks  destnîşan dike.

Li gor ragehandineke wezareta derveya Birîtanîyayê, biryare Stifin Hîkî, li şûna Con Wîliks , weku balyozê Birîtanîyayê li Îraqê destbikar bibe.

Li gor wê ragehandinê, di meha Çirîya Dûyê ya ev sal, karên Con Wîliks wek balyoz bi dawî dihêt û balyozê nû destbikar dibe.

Hîkî li sala 2015yê balyozê Birîtanîya bûye di Neteweyên Yekgirtî de û berê jî balyoz bûye li welatên Misir, Suriya , Lîbîya û Biroksilê.