Peywendêyên Amerîka û Tirkiyeyê

Di navbera Tirkîye û Amerîkayê da rageşîya li ser kirîna S-400an berdewam dike. Amerîkaya name ji Tirkîyeyê ra nivîsî û heta 31ê Tîrmehê dem da Enqereyê, perwerdeya firokevanên Tirk bo balafirên F-35an jî da rawestandin. Ev mijar li Tirkîyeyê bi germî tê nîqaşkirin. Hin pispor dibêjin, wê Tirkîye li hemberî gemaroyên Amerîkayê berxwe bide û mûşekên Rûsî bikire. Lê belê hin pispor jî dibêjin niha Enqere hewl dide ku li gel Waşîntonê bigihîje rêkeftineke da ku tûşî gemaroyan neyê.

K24-Ankara

Nîqaş û karvedanên li ser nameya Amerîkayê ya bo Tirkîyeyê berdewam dikin. Amerîkaya ku hewl dide ji ber kirîna mûşekên S-400î yên Rûsî, gemaroyên giran yên aborî û sîyasî li ser Tirkiyeyê bisepîne; heta 31ê Tîrmehê dem daye Enqereyê. Heta Amerîka perwerdekirina firokevanên Tirkiyê li ser F-35an jî da rawestandin. Wezîrê Berevanîya Tirkîyeyê, ragihand ku ew ê li gel Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan ra mijara S-400an gotubêj bike.

Pisporên sazîya ramanî ya Navenda Lêkolînên Kafkasyayê KAFKASSAM'a ku wek nêzî Rûsyayê tê zanîn, destnîşan dikin ku bi vê name û daxuyanîyan Amerîka bi israr dixwaze ku fikra xwe bi Tirkîyeyê bide qebûlkirin, lê belê Tirkîye wê hesasîyetên Rûsyayê bide ber çavan û paşve gav neavêje. Ji loma jî hin pispor dibêjin, wê Tirkîye li hemberî gef û gemaroyên Amerîkayê liber xwe bide.

Deniz Altinsoy-pispora KAFKASSAM'ê, dibêje:"Tirkîye û Amerîka hevpeymanê hev in, lê belê Tirkîye bi welatên herêmê yên wek Rûsya û Îranê ra jî di nav hevpeyamanîyê da ye. Li gorî min wê Enqere ji kirîna S-400an paşve gav neavêje. Heke na wê serxwebûna wê bê nîqaşkirin. Li gorî min Tirkîye ji bo gemaro û zextan xwe amade dike. Wek mînak, bi welatên herêmê yên wek Îranê ra di nav danûstandinan da û di mijara gemaroyan da çavdêrîya Îranê dike."

Washington ji Enqereyê ra dibêje, heke tu S-400 ên Rûsyayê bikirî ez ê firotina balafirên F-35an bidim rawestandin. Pispor dibêjin, wê Tirkîye di navbera Amerîka û Rûsyayê da polîtîkayeke hevsengîyê bimeşîne.

Muhammed Işik-pisporê SASAM'ê, dibêje:"Tirkîye ji destpêkê heta niha ji Amerîkayê ra banga mizakereyê dike, lê belê Amerîka hêj bersiveke erênî nedaye. Bawer im wê Enqere hewl bide ku bi rîya diyalog û mizakereyan vê kêşeyê li gel Washingtonê çareser bike. Ji loma jî dibe ku di rojên pêş da, bi rayedarên Amerîkî ra li ser vê mijarê lihevkirineke çêbibe."

Li alîyê din, Berdevkê Kremlînê Yurî Ushakov, da zanîn ku li gorî plansazîya wan ew ê S-400an di meha Tirmehê da radestî Tirkîyeyê bikin. Her wiha tê gotin ku di 13ê Hezîranê da di civîna kabîneya serokkomarîya Tirkîyeyê da wê Enqere derbarê mijarên S-400 û F-35an da helwesta xwe zelal bike.